kurdî

Jineolojî Hevdîtina Jinê Bi Heqîqetê

Beşa Yekem

 “Bi şûna têgeha femîmîzmê, jîneolojî (zanista jin) dikare hîna bêtir armancê pêşwazî bike”.

Para rastiyên ku jîneolojî derxîne holê, herhal wê ji rastiyên teolojî, eskatolojî, polîtîkolojî, pedaglojî werhasil pir lojiyên derbara beşên civaknasiyê, ne kêmtir be. Qet nabe mijara nîqaşan jî ku jin hem wek fîzîk hem jî wate beşa herî berfireh ya xwezaya civakî teşkîl dike. Wê demê çima ev beşa xwezaya civakî ku pir girînge, nebe mijara zanistê?

 Pêkneanîna jîneolojiyê ji hêla civaknasiyê ku wek pedagojî heya terbiye û perwerdeya zarokan dabeş bûye, nikare ji vegotinbûyîna zilamê desthilatdar wêdetir bi xususekê re bê îzahkirin. Heya xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê hemû xwezaya civakê ronînebûyî bimîne. Ronîbûna berfirawan û rast a xwezaya civakî, encex bi ronîbûna rast û berfirawan a xwezaya jinê re gengaz bibe. Ji dîroka mêtîngerkirina jinê heya mêtîngerkirina aborî, civakî, siyasî û hişmendiya wê eşkerekirina cihê wê di eşkerebûna hemû mijarên din yên dîrokê û her aliyê civaka heyî xwedî têkarî (katkı) be… zanista etîk û estetîkê beşên qutnebûyî ji zanista jinê ne… pêşxistina zanista aboriyê wek beşek ji zanista jinê wê hîna rast be. Aborî di serî de şêwazek xebatên civakiye ku jin tê de rola sereke dilîze … Bizava azadî, wekhevî û demokratîk a jinê li ser bingeha zanista jinê ku femîmîzê jî dihewîne, wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de eşkere rola bingehîn bilîze.”

 Jineolojiyê wek zanista jinê di perspektîfa zanista civakî ya paradîgmeya nû de tê rûnişkandin, wek şaxeke civaknasiya azadiyê tê hizirîn. Zanist, çalekiyekî (etkînlîk) fikriye ku xwe dispêre ceribandinê, bûyer û diyardeyên di gerdûnê de lêdikole, hest û sawan (varsayım) jî piştçav nake. Di cehwherê xwe de jî beşekî piçûk yê felsefeyê ye ku xwe gihandiye agahiyên teqez (kesîn). Her bûyîng (oluşum) an jî mijara di nav xwe de bitûniya têkîlî û ramanên mentiqî pêkanîbe mijara zanistêye. Zanist, rêbaza ramana pêşketî ya mirov a hêza guhertin û girêdan, bandor-berteka (etkî-tepkî) dualî  di nava gerûna zindî de ye. Ev tenê xwe naspêre mêjiyê analîtîk, xwe wek behreya pêşketin û jîna civakî û dîrokî ya pir demdirêj ava kiriye. Di vê wateyê de zanist, berhemekî gihîştina hêza guhertin û werguhertina mêjiyê civakî ye. Dema zanîn werguhertin amûrê desthilatdariyê, ji cewher û bitûnîbûyîna civak-xwezayê hate qutkirin. Bi qutkirina zanîn ji etîkê derbeya herî mezin li wê hate xistin. Zemînê herî zêde ev hate lêhûrandin û xwe bi awayek tazî rave kir jî zanist e. Di vê wateyê de zanist qadeke ku herî zêde li beramberî jinê zayendparêzî lê hatiye barkirin. Zayendparêziya zanistê tenê bi vederkirin, yadîtirkirin an jî ji nedîtîvehatinê îbaret nîne. Di serî de ji xwezaya civakî, ji gerdûn, xweza û dîrokê re şêweyên cuda yên nêrîna zayendparêz tê dîtin. Ne tenê ji bo jinê;  ji bo îstîsmarkirina civak, xweza û zilam jî, ji bo qutkirina wan ji dîrok û xwezayê, ji bo bikaranîna bi her awayî derî vekirî hiştiye. Zanistê xwe tam wek xwedayê zilam ava kiriye. Di vê wateyê de zanista civakî ji bo civakê li gor zilamtiya serdest înşa bike, muhendîstiya civakê dike.   Zansit xwe wek fermana xwedê xistiye rewşa serdest, mutlaq û bêgengaşî (tartışmasız); xiyaneta ji çavkaniya xwe ya eslî jî temsîl dike. Jîneolojî di wateyekê de zemîneke girîng a bidestxistina wateya rast û çavkaniya cewherî û zansitê ye. Zanist di eslê xwe de berhema mêjiyekî ekolojîk, femînen û heya dawiyê nerm e. Zanista jinê, di serî de di qada zanista hebûnê, bi şeklekî ku hemû hebûnan jî di nav xwe de bigre, berdewamiya (uzantı) xwezayê ye. Têkîliya wê bi xweza, biyolojiya jinê, felsefeya wê ya jiyanê, di çerçoveya dîyalektîka xwezayî de vegotina zanistî ya pêşketin û têkîliya di navbeyna mêjiyê analîtîk bi mêjiyê hestyarî ye. Pêwîste jîneolojî di çerçoveya civaknasiya çandî, civaknasiya avanî, civaknasiya pozîtîf û bi taybet civaknasiya azadî de cihekî  (konum) civakî-zanistî pêk bîne. Heke jîneolojî bi awayek bihêz bigihîje vê nêrîna civaknasî wê wiha di nava zanista civakî ya alternatîf de hem dînamîka herî mezin, hem jî wê bibe şaxa herî sereke ya di pîvanên azadiyê de.

Li gor vê;

 a- Di çerçoveya demdirêj a civaknasiya wê de; di civaka çandî de wê hebûna jinê wê têkiliya jinê bi tevnên civakî yên sereke wek çand, ziman, huner û olê re, di vê wateyê de wê têkîliya jin-zarok, dualîteya jin-zilam, têkîli û nakokiyan, dîroka pêşketina zayendîtî, pêwendiya zayendîtiyê bi etîk-estetîk û aboriyê re, rola jinê di civakîbûnê de, di qadên civakî wek diyardeya malbatê, aborî, etîk-ekolojî-estetîkê di eksena jinê de pêşketin û bandorên wê di roja îro di nav xwe de bigre. Jîneolojî van û mijarên dişibinê bi nazenînî digre dest û bi daneyên zanistî re wek zanista wateyê pêşxistina wê bingeh digre.

 b- Di çerçoveya avaniya civaknasî de; bingeha bidestxistina avanîbûna civakîtiya di eksena jinê, civaka dayîksalar a Neolotîkê di wateya çanda madî û menewî de hem mîtolojîk hem jî sîstematîka hizrî, birêxistinbûyîna saziyên polîtîk û exlaqî, di civakîbûyîna di eksena jinê de têkîliya avahî-karmendî (îşlev), çanda xwedavend dayîkê bi aliyên wê yên dîrokî û arkeolojîk de derxistina holê bi siparteyên zanistî û pênasîna wan digre nava xwe. Jîneolojî di heman demê de wê van hemû aliyên bandor û teyisîna wan li ser roja îro jî bi awayekî kûr derxîne holê.

 Di çerçoveya avaniya civaknasiyê de siparteyên avakirinên bingehîn yên avahiya şaristaniya dewletger-zilamsalar ku antîteza civakbûyîna di eksena jinê de ne, di mijarên wek ol, dewlet- desthilatdarî, xanedantî- hilberîn-çîn-parvekirina kar de divê statûya jinê bi berfirehî bê lêkolandin. Pêwîste dîroka mêtîngeriya li ser jinê di mijarên mîna ked- aborî- zayendîtî- malbat- etîk- estetîkê û mekanîzmayên wê li ser bingeha rexneyên ji eniya jinê pêşbikeve werin bidestgirtin. Giraniyê bide mijarên têkiliya jin-desthilatdarî, jin-exlaq, jin-polîtîka, di pergala şaristaniya navendî de formên hebûn-berxwedaniya jinê û dîroka wê. Di vê çerçoveyê de di şaristaniya navendî de ew koletiya kûr ku bi jinê dane sepandin divê bi berfirehî bê lêkolandin û ew “kodên koletiya bi jinê dane dahurandin” jî werin çareserkirin.

 c- Di çerçoveya civaknasiya pozîtîf de; di pêvajoyên guhertin û reforma pergalî (sîstemsel) de rolê jinê, bikaranîna jinê di şerên bi mebesta desthilatdariyê, bandora van li ser jinê, forma jin-hilberîn û zayendeparêziya civakî li ser jinê, di her pêvajoyê de mekanîzmayên serdestiya li ser jinê, têkîliya bi pirsgirêkên avaniya pergalê, guhertinên di vê mijarê, modelên jinên desthilatdar yên di her pêvajoyê de û têkîliya wan bi pergalê re, têkîliya guhertinên di demografyayê de bi mêtîngeriya li ser jinê, rola jinê di bûyerên cihê yên civakî-dîrokî, wek van mînakan bûyer û diyardeyên hîna dem kin û dem navîn di nav xwe de hildigre.

d- Di çerçoveya civaknasiya azadiyê de; çerçoveya zanistî û felsefîk-teorîk a azadiya jinê, pêwendiya azadiya jinê bi civakê re, xeta pêşketina dîrokî ya azadî û berxwedaniya jinê, femîmîzm, rexneya di çerçoveya jinê li ser avahiya zanîn û ferasetên zanista civakî ya desthilatdar û feraseta zanista civakî ya alternatîf di eksena azadiya jinê de dinirxîne. Li ser vê bingehê pêşxistina avahiya zanîna li ser esasê sentez û hevgirtina bi mêzîn a hişê hestyar û analîtîk, diyardeya malbata demokratîk û esasên yekgirtina azad, avakirina têkîliya zanist û etîkê, bi vê re jî pêşxistina zanista wate û zansita şîrove ya jinê digre vedera xwe. Li ser bingeha avakariya pozîtîf demokratîkirina polîtîkayê, hevdîtina perspektîfa azadiya jinê bi perspektîfa azadiya civakî, pirsgirêka înşakirina civakîbûna jina azad û erk û têkîliya bi şaristaniya demokratîk re, feraseta îtîfaq û mijarên din û qadên lêkolînê digre navenda xwe.

 Beşa Duyem

 Jîneolojî, hem pênaseya jinê, nasnameya wê ya civakî, hem jî dîroka mêtîngehkirin û biyanîbûna ku jiyayî derdixîne holê, hem jî xebatên zanistî-civakî û teorîk-felsefîk yên azadiya wê bihêz dike. Diyare ku ev jî wê di demdirêjî û berfirewanî hêzekî ronakbîrî û guhertinê derxîne holê.

 Lewma fêmbûye ku vegira vê xebatê asta yek gurubê jixwe derbas kiriye. Lê belê xebat di nava xwe de yekbûyîn, rêxistinbûyînek giştî û bi vê perspkektîfê re meşandina kar hewce dike.

Jin, heya roja îro jî nehatiye pênasekirin. Li doraliya wê di qadên mîtolojî- ol-felsefe- huner û zanistê de pir zêde avaniyên zanîn û hizirandinên sîstematîk hatin înşakirin, lê belê hebûna jinê her di tarîtiyê de hatiye hiştin. Di derbara mijara “jin çiye?” de bêhejmar nima (îmge), sembol û darizandin xuliqandin. Birdozîkirinên herî sîstematîk û kûr li dor jinê hatine pêşxistin. Dikare bê gotin ku ti hebûneke din evqa di wateya birdozî de nehatiye hizirîn. Di astek pir bilind de hatiye bilindkirin, lê ji wê jî bêtir bûye biresera (nesne) piçûkxistinê. Jin wek nasnameyeke ku hem hatî perestîn, hem hatî lenetkirin, hem mesûmiyet-exlaq, hem jî taybetmendî û gemariya şeytan pê ve hatî xeyalkirin e. Lê rumxî vê jî hêmana jêneveger a mîtolojî, ol, felsefe û huneran e. Jin wek amûrekê ya ku li doraliyê wê cîhan, civak û mirov wek zanebûn û giyan carek din tê avakirin e. Çi di wateya negatîf (desthilatdarî) de, çi jî pozîtîf de (di wateya avakeriya civakî) be jin, nasnameyeke ku li dora wê giyan û têgihîştina jiyan, civak û mirov tê avakirin.

Yekemîn qazenckirina nasnameyê, çavkaniya xwe ji jinê werdigre. Pejirandina nasnameya jinê ku ji hêla zilam û li gor pozîsyona wî ya desthilatdar ve hatî avakirin li aliyekê bimîne, yek ji erkên herî sereke ya jîneolojiyê rexnekirinek radîkal û bingehîn ji vê ye. Divê jinê ne li gor zilam; bi tevahî bi hebûn û nasnameya wê ya civakê ve pênase bike û bingehên vê yên zansitî xurt deyne holê. Di vê wateyê de ew zayendparêziya civakî ku hatî çêkirin, ew rol û nasnameyên wê jî ticar nayên pejirîn. Ev di heman demê de hinceta têkoşîna stratejîk e. Ya ku di wateya rastîn de jîneolojiyê bike zanista jinê, nepejirandina nasnameyên ku ji jinê re hatî destnîşankirin e. Di vê mijarê de pîvanên redkirinê ya bingehîn divê di feraseta jiyan û têgihîştinê de bê rûnişkadin, di hilbijartin, ecibandin, liv û tevger û hestan de divê bi awayek radîkal pêş bikeve. Heya ev pîvanên redkirinê pêşnekevin jî ne gengaz e ku jin bi heqîqeta xwe re hedîtinê çêbike û xwe bixîne îfadeyekî zanistî. Di vê wateyê de jî jîneolojî jina ku di statuya koletiya hatî ferzkirin de hatiye hiştin û bi vê statuyê re bûye yek, qebûl nake. Nabe ku jina di jêr de mayî, ya xwe radest kirî bê pejirandin, ne jî jina ku hewl dide bişibe zilam, ew rola zayendparêz a civakî red dike lê belê di bin navê azadiya vîn û ramanê de zayendparêziyek berovajî pêşdixîne jî nayê pejirandin.

Di vê wateyê de yek ji xebatên bingehîn a jîneolojiyê; pêşxistina zanista-hebûnê ya jinê ye. Jin bi rastî çiye, dikare çawa pênase bibe, xwe çawa afirandiye, têkîli û nakokiya wê bi xweza, gerdûn û civakê re bigihîne felsefeyek hebûnê ya bihêz di vê vegirê de. Ne dijberê zilam, ne jî jinê dike ya zilam. Her wiha jin ne ew hebûne ku zilam hemû hestên xwe yên bêbawerî, hesûdî û lewaziyên xwe pê dide teyisandin, her ku wê piçûk dixîne, xwe xwediyê wê dibîne û wiha jî xwe mezin û bihêz dihesibîne. Ev ji hêla jîneolojiyê ve nayê qebûlkirin. Herwiha jîneolojî li dijberê çêkirina nakokî û diyalektîkên din wek serwer-bindest, spî-reşik, kirde-bireser e. Bi vê re girêdayî ji bo bigihîje têgeha xwe ya sereke jî lêkolînên berfireh, lêhûrbûn û ji her tişî jî zêdetir xebatek regedar (yetkin) a felsefîk hewce dibîne. Ji bo pênasekirina diyalektîka xwezayî ya hebûnê di jinê de, divê dualîteya paradîgmeya desthilatdar a kujer û stewr were derbaskirin. Wesfa damezirandinî û erênî ya diyalektîkê dikare di hebûna jinê de pênase bibe.

Divê ku di rêya azadiya jinê de ji eniya jinê ve pergala desthilatdar bi awayek berfirewan ji aliyê birdozî, civakî-zanistî ve were dahûrandin. Bi qasî wê jî pêwîst dike pergala civakî ya alternatîf jî were avakirin û sîstematîka wê ya ramanî jî bê pêşxistin. Li beramberî zanistperweriyê, wê careke din di zemînê civakî-dîrokî de zanistê bi nav bike. Bi taybet di dîsîplîna di navbera zanistan de li dijî kategorîkirin û dabeşkirina zêde, wê jinê jî civakê jî bi nêrînek yekgirtî û komple bigre dest. Nexasim jîneolojî ji aliyekê ve ferasta nû ya zanistê, zemînê yekbûyîna di navbera zanistan û hevgirtina wan jî rave dike. Yek ji tayebetmendiya sereke ya ku jîneolojiyê ji ferasetên zanistperestî û ferasetên civak-zanista desthilatdar cihê dike ewe ku jîneolojî di heman demê de bi exlaqê re hevbeş bingeha projeya jiyana azad û têkoşîna wê ava dike. Em dikarin asta ku pirsgirêka azadiya jinê gihîştiyê wiha îzah bikin.

Femînîzm “serîrakirina mêtîngeha herî kevn” e. Femînîzm bi berfirehî mijara lêkolîn û nirxandina jîneolojiyê ye. Wê hemû nirxên ku femînîzmê derxistî holê xwedî lê derkeve û ew berxwedaniya ku di hişyarkirin û zanekirina jinan de nîşan dayî, wek mîrateya xwe binirxîne. Di kêleka vê de aliyên kêm û şaş yên femînîzmê wek di nirxandina zayendparêziya civakî de derbasnekirina poîzîtîvîzmê, çaresernekirina bingehîn û bihêz a şaristaniya dewletger û zilamsalar, bi sedema wê ve, girêdana wê bi têgehên dane rûnişkandî ve wê bike mijara lêhurbûyîna taybet a jîneolojiyê. Lewre jîneolojî di wateyekê de jî dibe zemînê ku femîmîzm ji sînor û bandora pergala desthilatdar bê pakirin, wiha jî perspektîf û pergala azadiya jinê bê afirandin. Di vê wateyê de pirsgirêka azadiya jinê ji bo bigihîne perspektîfek civakî-dîrokî divê jin wek kombûyînek civakî were lêkolandin û heke bigihîje raveyek zanistî jî wê rê li ber vebûnek mezin veke. Di şêwazê jiyan û rêxstinbûyînê de, avaniya felsefîk û di wateya milîtantiyê de femîmîzm pirsgirêkên cidî dijî. Ji zemînê civakî qut e. Nekariye heya niha şaristaniya navendî yekgirtî binirxîne û çareser bike. Wiha jî nekariye xwe ji helîn di nava pergalê de rizgar bike. Divê ku jîneolojî van aliyên femîmîzmê hûr û kûr binirxîne û rexne bike. Bizav û şaxên femînîzmê ku her diçe marjînal dibin, di zemînê siyaseta desthilatdar de li ser bingeha lîberalîzmê dikevin nava pergalê û ji armanca azadiyê dûr dikevin, pêwîste ew jî di vê çerçoveyê de werin bidestgirtin. Lê belê divê ev jî ser bê zêdekirin ku ji salên 1985’an pêve çi femînîst bin, an jî nebin, xebatek bihêz a akademîk ji hêla jinan ve hatiye pêşxistin. Di vê çerçoveyê de jî bi taybet aliyên akademîsyen wek gurub û navendên lêkolînê hejmarek zêde ne. Di nava xwe elît û bingehên civakî lewaz bibin jî lê di wateya hişmeniyê de di lêhûrbûyîna li ser paradîgmeya desthilatdar û pergala wê, her wiha bidestgirtina aborî û polîtîkaya di eksena jinê de xwedî xebateke berçav bûne ku nikare piçûk bê dîtin. Jîneolojî ji xebatên wiha re nirxek mezin dide û bi vê re jî aramanc dike ku bi aliyên wiha re zemîn û platformên hevbeş û nîqaşên hevbeş bide pêşxistin.

 Lê di bingeh de jîneolojî avakirina akademiyên alternatîf ên jinê esas digre.

Li gor vê yekê jîneolojî;

 a)Navendên Zansita Jinê,

b)Akademiyên Siyasetê yên Jinê,

c)Enstîtuyên Estetîkê ya Jinê,

d)Fakuleteyên Ziman û Wêjeya Jinê,

e)Akademiyên Zanist-Civaka Jinê,

f)Akademiyên Çandê ya Jinê,

g)Akademiyên Hunerên Xweşik ên Jinê,

h) Akademiyên Dîroka Jinê,

i) Akademiyên Jina Azad (bi taybet wê felsefe û projeya jiyanê ya azadiya jinê pêşbixîne).

j) Navenên Tendurustiya Jin-Zarokê an jî navendên lêkolîna dermankirina xwezayî esas digre.

 An jî yekser avakirina navendên ku guhertin û ronakirina civakî bingeh dike, armanc dike. Eşkereye ku ev jî avaniyek xweser-taybet a berfirawan hewce dike.

Qasî tê zanîn di zanistên civkî de heya roja îro dîsîplîn û şaxek taybet a zanistê ku jinê bike rojev tine ye; derveyî jîneokolojiyê. Jîneokolojî di nava şaxên tibî de yek ji ya herî ciwan e. Di dîroka dema berê de zanebûn û tecrûbeya bi hezar salî li yek cihê navend nebibû û qada parvekirinek xwezayî hebû ku ev bi giştî di bin destên jinê de bû. Jîneokolojî wek qadek pisporiya zanstiya tibê, bi pirsgirêk û nexweşiyên di fîzyolojiya zayenda biyolojîk a jînê re elaqedar pêşket. Pirsgirêk û xebitîna bedena jinê di çerçoveya zayînê de dixîne vegira xwe de. Zayîn, bixwe mijarek pir xwezayî ye lê belê evçend rojevkirin û tibîkirina fonksiyona bedena jinê bêguman sebebên xwe hene. Bi kontrola li ser bedena jinê re di heman demê de avaniya demografîk a civakê di çerçoveya polîtîka û îhtîyacên pergala desthilatdar de tê tenîzmkirin. Di bin navê tendurustiya jinê, kontrolkirina zayînê bi destên dewlet û tibê bi serê xwe bûye yekdest (tekel). Stewrbûn, an jî kirina bedena jinê wek amûra zayînê berhemek polîtîkayên qirkirin û paqijkirina (tinekirin) etnîk, an jî polîtîkayên netew-dewlet a şoven, netewperest û faşîst e. Di vê çerçoveyê de divê ku pirsgirêka zayînê li ser bingeha pirsgirêka azadiya jinê û azadiya civakî li gor bingeha vîn û zanebûna cewherî ya jinê bê bidestgirtin. Di roja îro de ji pênceşêra rehîm bigre heya pir diyardeyên ku wek “nexweşiya jinê” têne binavkirin, çavkaniya xwe ji zêde mudaxeleya bi armaca serweriyê û kontrola zêde li ser xwezaya jinê tê. Ruxmî ku zayîniya jinê nikare tenê wek aliyekî fîzîkî û biyolojîk ve bê girêdan. Ji ber di aliyê civakî, aborî, çandî, civakî, derûnî yekgirtinek madî-menewî heye. Yek ji rêya bandor a perçekirina yekbûna civakî ewe ku zayîniya jinê wek şaxek endûstriyê tibî bikin. Di vê qadê de divê jîneolojî têkoşînek xurt a civakî-zansitî û azadîxwaz bide û bi lêkolîn û lêhûrbûna ku encam ava bike bigre dest. Ewqa ji etîk û estetîkê bê parkirina çêkirina zarokan, ewqa dûrxistina wê ji bingeha felsefî û civakî, pir metirsîdar e û teqez bi pergala zilamsalar a dewletger re di nava pêwendiyê de ye.

Di teoriyên psîkanalîz Freud de jin, wek hêz an jî hebûnek xwerû ya zayendî, kêm û hîsterîk hatiye pênasekirin û wek aliyê din a zilam ku teslîmiyet qebûlkiriye û anog perçeyek ji zilamê desthilatdar ê ku “temambûye, hakîm û çalek e” tê hesab. Hişmendiya Falus-vajîna pir zêde hatiye kûrkirin, xwezaya civakî a mirovahiyê jî di asta herî daketî de li refleksan ve tê girêdan ev jî wek zemînê zanistkirî ji hêla psîkolojiyê ve tê kirin. Ev bêtir jî bi modernîteya sermayedar re pêşket. Bi lez jî populer bû û bû “otorîte”ya zanistî. Di vê de jî divê pêwendiya her duyan bi hev re baş were dayîn.

Psîkolojî jî di nav de, di hemû şaxên zanistê de jin wek tiştekê (bireser/nesne) hatiye dîtin û bûye amûra birdozî ya avakirina zemînê rewabûna pergala desthilatdar. Bi desthilatariya birdozî re li ser keda jinê, vîn û ramana wê bi destên zansitê pergalek berfireh a serweriyê tê avakirin, ev mijar jî divê ji hemû aliyên wê ve were nirxandin. Di vê wateyê de jî hemû “daneyên zanistî” ku wek agahiya zansita mutleq di mijara jinê de têne lansekirin divê ku bi şik lê were mêzandin. Her wiha divê werin redkirin û di çerçoveya zanista civakî ya alternatîf de agahî werin bingeh girtin. Pir eşkere ye ku ev hem bi zansita civakî- hem jî şêwazê saziya wê ve, hem jî avaniya hişmendiya zilamsalar û dewletger-desthilatar re elaqedar e. Zansita civakî kel û bircên sereke yên pozîtîvîzm û lîberalîzmê ne û divê ku ji hêla jîneolojiyê ve rexne û nirxandinek berfireh li ser bêne kirin.

 Di vê çerçoveyê de di zanista civakî de bi nêrîna jinê û felsefeya wê re bidestgirtina pirsgirêka rêbaz û çareseriyan, her wiha nirxandina xeta desthilatdarî-agahî mijarek bingehîn e. Di qutkirina civakê ji dîroka wê, bi jinê re civak jî bireserkirin, tinekirina xêv û hişa wî ya civakî, bêvînkirina jin û civakê û rewakirina desthilatdariyê, ji rahîbên Sûmeran bêtir rolekî paşketî ya zanstina civakî heye. Divê ev rol were deşîfrekirin û di înşakirina bihêz a alternatîfa wê de jî rola jîneolojiyê girîng e. Zanist di cewherê xwe de çiye, karîgeriya wê ya civakî û karaktera civakî a agahiyan çiye?, divê ev ji nû ve werin pênasekirin. Di vê axê de careke din bidestgirtina dîrok, raman, hebûn û şêweya jiyana jinê xwedî girîngî ye. Jîneolojî pêwîste xebatên herî biwecdar a zansitî di qada dîrokê de bimeşîne. Bi taybet di vehûnandina têkîliya hebûna jinê bi felsefeyê re di roja îro de bisînorkirin û paşxistina hemû çeloxarkirinên hişmendî û şêweyên hişê analîtîk ku zêde werimandine, wê rolek diyarker bilîze. Zanist ji felsefe, bawerî, hîs, avaniya ramana mîtolîjîk û anîmîstîk dûr ketiye. Lê ji bo jîneolojî bikare serwerkirina vê rewşê bi dijîtiya desthilatdariyê ya li beramberî jinê ve bide girêdan pêwîstî bi zansit-hebûna jinê a binghîn heye. Ji bo zanist bigihîje têgehek rast û civakî divê girêdana wê ya xurt bi etîk û estetîkê re were çêkirin. Di wateyekê de heke zanist ji mêjiyê zilamê desthilatdar  û analîtîk were derxistin û li ser eksena civak û jinê bê rûnişkandin, wê demê wê zanist ji rewşa ku rastiya berovajî bike derkeve, wê bibe zemînê gihîştina heqîqetê.

Bi taybet di çarêka dawî ya sedsala 20. de feraset û avaniya zanista civakî ya modernîst pir zêde bi rexneyan re rû bi rû ma. Di vê mijarê de hêz û zemînek befireh a rexneyan jî derketiye holê. Lê belê sedema ku nekarîn xet û pergala zanist-desthilatiyê derbas bikin bi taybet girêdana xwe bi nêrîna û ramanan li ser pirsgirêka azadî û rizgariya jinê ve heye. Ruxmî ked û lêgerîna alternatîfê jî van derdoran nekarîn ku xwe ji bandora avaniyên zilamsalar yên desthilatdar derxînin. Pêwîste rexne û nêrînên alî û derdorên Postmodernîst ji hêla jîneolojiyê ve bi awayek berfireh bêne nirxandin, rexnekirin û her biçe jî di eksena jinê de û zemînê civakî de bê rûnişkandin û di qazenckirina pergalê de jî vebûnek girîng bide çêkirin.

Beşa dawî

 Feraset û avaniya zanista civakî ya modernîst bi taybet di çarêka dawî ya sedsala 20’an de bi rexneyên kûr re rû bi rû ma. Di vê mijarê de hêz û zemînekî girîng a rexneyan derkete holê. Sedema ev rexne xwe negihandin sîstematîkekê û xet û pergala zanist-desthilatiyê derbas nekirin dikare bi nêrîna wan a ji pirsgirêka azadî û rizgariya jinê ve girêdayî were dîtin.

Nebûna pergal an jî bizavekî bingehîn bi taybet ji ber nêzîkatiya ji jinê re pênasenekrina rast a nasnameya civakî ya jinê û girêdayî wê jî pirsgirêka azadiya jinê tê. Di vê de bêguman ruxmî hemû ked û lêgera pergala alternatîf, xwedîbûn ji avaniya zilamsalar a desthilatdar xwedî bandorekî mezin e. Bizav û rexneyên postmodernîzmê di vê çerçoveyê de ji hêla jîneolojiyê bi awayek bi hêz divê were nirxandin, rexnekirin û her biçe li ser zemînê civakî û eksena jinê de were rûnişkandin û sîstem bibe, wiha wê jê re vebûnekê bide çêkirin.

 Bi hemû aliyên wê ve îfadekirina hebûna jinê bi zanistî; hemû avaniyê zanîna li ser dîrok, civak, xweza û gerdûnê bi awayek rewacdar û sîstematîk rexnekirin û şîrovekirin dibe. Ji ber jin hebûneke bitûnî ye ku gerdûnî, civakî, dîrokî û çavkaniya xwe ji xwezayê digre. Fîzîk-nebat-heywan û heyîna wek çand di hebûna jinê de di nav hev de û bi awayek bitûnî xulasedibin. Pênaseya hebûna jinê pêdivî bi guhertiina hişmendî û zanebûnekî radîkal û bingehîn heye. Jîneolojî di vê wateyê de ji dîroka mêtîngehkirina jinê heya mêtîngehiya aborî, civakî, siyasî û hişmendî wê cihê wê eşkere bike. Jîneolojî; di nava dîrok û rojaneyî de gihîştina jinê bi tevnekî zanebûna sîstematîk e. Di vê wateyê de wê ravekirina pirsgirêkê bi awayek zansitî be. Eşkerekirina pirsgirêkê aliyekî girîng pêk tîne lê rizgarkirina wê aliyeke din a girîng a Jîneolojiyê ye. Di aliyê çareseriyê de di serî de wek avaniya zanebûnê destpêkê qada epîstemolojî, qadên psîkolojî, fîzyolojî, antropolojî, etîk-estetîk, aborî û demografya hîna bi nazikî û daneyên zanistî pêwîste were nirxandin. Di serî de divê etîk-estetîk, aborî û qada demografya were esasgirtin, pê re jî girêdayî bi dem re li gor pêdiviyan xebatek bê meşandin ku hemû qadên din bigre nava vedera xwe. Çareseriya pirsgirêka azadiya jinê, encex bi rêxistinbûn û avaniyên bitûnî û berfireh yên di her alî de dikare pêk bê.

Yek ji beşa jêneveger a qada zanista jinê qada etîk-estetîkê ye. Jin wek hêmana bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk, ji aliyê etîk û estetîka jiyanê rolekî jiyanî dilîze. Jin her dem li beramberî jiyanê berpirsyariyên giran hildigire, bi cîhana giyana xwe ve ji aliyê etîk û estetîkê kirdeyekî bi hêze jî. Wê hêmana bingehîn a avakirina çanda ku wateya jiyana civakî ya etîk û estetîk temsîl bike di kesayeta jina azad de pêk bê. Di jiyanê de berpirsyariya jinê li gor zilam, hîna berfirawantir e. Etîk û estetîk wek azadkirin û xweşikirina jiyanê ji hêla jinê ve mijarekî hebûnî ye. Ji bo watedar û xweşikirina jiyanê li ser bingeha nirxên etîk û estetîk pêdivî bi seknekî xwezayî ya jinê heye. Di azad û xweşikirina jiyana etîk û estetîk de pîvanên sereke destnîşan dike. Azadî bi etîk û estetîkê xwe digihîne teşe û rêgezan. Bi pêşketina pergala şaristaniyê re xwezaya jinê diguherê. Hişmendiya desthilatdar-dewletger û nêzîkatiyên milkirinê ya xwe dispêrin wê, xwezaya jinê qulipandine, bi jiyana sanal û modelên nû lê empoze dikin û wiha jî ji nirxên etîk û estetîkê bi dûr xistine. Cihê van nirxan jî taybetmendiyên zayendparêz girtine. Ji bo jin bigihîje pênaseya xwe û xwezaya xwe divê ku ji nêzîkatî û ferasetn milkirinê rizgar bibe. Heke em, namûsê wek rêgezên hebûnî û xalên bingehîn a muqawemetê bi lêv bikin, wê demê rêgeza herî etîk rêgeza “namûsa me azadiya me ye” ye. Bi qasî jin nirx bide nasname û rastiya xwe dikare ji vê berbendiyê (bagimli) xilas bibe û dikare bi qasî wê jî xwe bi hêz bike. Li ser bingeha zanebûna nasnameyê jin fonksîyona nirxên etîk û estetîkê hîna baştir tê digehe, di destpêkê de jî bi xwe re hevgirtin û sazbûnekê dijî. Di vê wateyê de jîneolojî erkdare ku nêzîkatiyên zayendparêz pênase bike û bi rexnekirinekî bingehîn lê bipirse û derbas bike. Bi vê re, divê pênaseya xweşikiyê ji hêla jinê ve ji hemû vegotin û sifetên zayendparêz safî bibe û dubare pênase bibe. Yekbûyîna cewher û şekil, xwe bikare bi şêweyekî nêrîna xweşik, gotin û lebata (davraniş) xweşik derxîne holê ji bo jinê lêger û têkoşîna mezin a heqîqetê îfade dike. Çavkaniya hizirîna xweşik, felsefe ye. Felsefe jî yekbûn û bitûniya hevseng a hizrê hestyar û analîtîk rave dike. Ji bo jinê felsefe ne tenê hezkirina zanebûnê, di eynî wextê de pênaseya wê wek çavkaniya xweşikiyê di vê wateyê de pir girîng e. Îro di endustrîya kozmetîk û modaya modernîteya sermayedar de veberdêr (yatirimci) bedena jinê bi kadavrayan dabeş dikin û ji her perçeyê re bihayekê didin. Dîmenên di fîlm, televîzyon û reklaman de encama şixulandina jinê wek metayekî kirêt e. Qadek din ku vê rewa dibîne medyaya zayendparêz e. Bi van hemû polîtîkayên zayendparêz re giyan û tendurustiya bedena jinê xirab û lewaz dibe. Jîneolojî wê van hemû pirsgirêkan bigre dest, li ser bingeha dozîne (kuram) û rêxistinên etîk û estetîk a jinê wê hêza çareseriyê derxîne pêş. Etîk wek mêjî û wîjdanê hevbeş a civakê û estetîk jî di aliyê xweşik û xwezayîkirina jiyanê wê qadên herî zêde jîneolojî pê re elaqedar be, bin. Divê di derbara jiyana xweşik, rast û baş çawa ye û wê çawa ev jiyan bê pêşxistin, lêhûrbûn û lêkolînekî bingehîn were pêşxistin. Bi zanebûnekî bihêz a etîk û estetîkê û rêxistinbûyîna wê re xebatên înşakirina modernîteya demokratîk hîna vederekî bihêz û dirûv û cewher qazenc bike.

 Aborî wek beşekî binghîn a jîneolojî tê bidestgirtin. Aborî wek çalekiya bingehîn a civakê ya demokratîk bi pêşnegtiya jinê pêş ketiye. Di vî alî de aborî, pêşe û çalekiya civakî ya xwezayî ya jinê ye. Civakîbûyîn di cewher de li ser têkîliya di navbera dayîk û zarok de pêş dikeve. Di vê wateyê de hem rola ku jin bi giştî di jiyanê de dilîze, hem li beramberî zarok, hem jî bi keda ku ji bo civakîbûyînê dide, statuya jinê diyar kiriye. Jinê aborî wek xebatekî civakî pêşxist. Civak bixwe li ser têkîlî û hilberfîna madî û menewî hatiye pêşxistin. Di vê de keda jinê hîna diyarker e. Ev ked di heman demê de nirxa jinê bixwe jî derdixîne holê. Aborî ku çalekiyekî civakî bi pêşengtiya jinê pêşketiye, di nava pergala şaristaniyê de wek amûra kar û sermayeyê hate bikaranîn û kete bin serweriya hişmendiya yekdest. Wiha jî aborî ku çalekiyekî civakî ye, her wiha ji qadeke demokratîk hate derxistin dakete xizmeta hêzên yekdest. Endustrîyalîzm bi modernîteya sermayedar re wek yekdest li ser civakê hegemonyayê didomîne. Li ser avahiyên çandî, hişî, ziman û etîkê û li pir diyardeyên din bandor kiriye, çandinî ku qada hebûna xwezayî ya civakê ye bi tinebûnê re rû bi rû hiştiye. Di vê wateyê de têkîliya bajar û gund ji hev cihê kiriye, ew aniye pêşberî hev. Aborî jî ketiye dorpêça kar-sermayeyê. Civak bi birçîhiştinê, bi bêkarî û xîzaniyê re bi desthilatiyê ve hatiye berbendkirin. Jinedîtîvehatina keda jinê di malê de, tinehesibandin û piçûkxistina keda wê ji hişmendiya selefxur (tefecî), bazirgan û tehekumkar çavkaniya xwe digre. Ji ber vê hişmendî û pergalê, jin ji aborî ku çalekiyekî pîroz e, hatiye qutkirin, wek hêza erzan a kar hatiye bidestgirtin. Li beramberî van pirsgirêkên heyî, jîneolojî wê li ser keda dayîktiya jinê ku hêza sereke ya rêvebirina aboriyê ye, careke din wê pêşxistina teoriya ked-nirxê esas bigre. Nexasim ji bo zayendparêziya civakî ku hişmendiya zilamsalar li ser keda jinê ava kiriye were rakirin, pêşxistina wê li ser esasekî demokartîk sebeba bingehîn a têkoşînê ye. Bi vî awayî wê hemû nêzîkatiyên ku cudadike, biyanî dike û ferqê ava dike ji holê bêne rakirin. Yek ji erka jîneolojîyê ewe ku aboriyê di eksena jinê de rast bi nav bike û wê bixîne fonksyona wê ya rast; ji yekdestiya bazirgan, pere, sermayedar û dewletê derxîne û careke din bi pêşengtiya jinê bike ya civakê. Jîneolojî wê di qada aboriyê de ew pirsgirêkên çavkaniya xwe ji desthilatiyê digrin, rast çareser bike û wê derbaskirina van û avakirina alternatîfê jî bixîne nava xwe.

 Yek ji qada din ku wê zanista jinê bi nazenînî ser bisekine qada demografyayê ye. Îro ev pirsgirêka ku di aliyê civak û xwezayê de metirsî ye, wê di aliyê dîrokî-civakî de ji hêla jîneolojiyê ve were bidestgirtin. Di serê qada ku herî zêde li ser jinê mêtîngehiya bêsînor pêşdikeve qada zayendî heye. Ruxmî ku di civaka exlaqî û polîtîk de ku li dora jinê raçandî bû, zayendîtiya mirovan bi qayîde û tabûyên civakî ve hatibû girêdan. Jixwe heke wiha nebûya, wê civakîbûn jî pêşneketa. Rewşekî zayendîtiya bi armanca zêdebûnê heye. Zayîn û keda ji bo zarokê tê dayîn sedema bingehîn a aîdiyeta jin-dayîkê ye. Hem zayîn hem jî xwedîkirin ev nasname daye jinê. Wiha jî ajoya zayendî yek ji fêrbûyîna herî kevn e û bûye potansiyela civak xwe dubare zêde bike. Rastiyek berbiçav “li dijî metirsiya dawîhatina nîjad û ji mirinê re bersivek e”. Zêdebûna mirov pêdiviyekî civakî ye. Ev pêdivî dema vîn û mafê jinê esas tê girtin, ji bo feydeya civakê pêşdikeve. Lê kengî vîn û mafê jinê hate tinehesibandin û ji hêla avanî û hişmendiya zilamsalar ve jin hate mêtîngehkirin qada herî zêde jin li xwe biyanî bû qada zayendî ye. Zayendîtî bi pergala desthilatdar re tam bûye qadekî serweriyê. Wiha jî zayendîtiya heyî encama desthilatî û zilamtiyê ye. Zilam xwe xwediyê jinê dibîne, di qada zayendî de xeşîm, hov û xwedî hişmendiyekî serdest e. Di qada zayendîtî de nêzîkatiya zilam li ser vê esasê desthilatdar e. Xwedî nêzîkatiyekî bêperpirsyar, ezezok û tehekumkar e. Beden û zayendîtiya jinê bûye bireserek (nesne) ku ne ya wê ye. Li ser vê bingehê jî jîneolojî divê zayendîtiya jinê bidest bigre û bedena jinê û zayendîtiya wê li ser esasê xwebawerî-zanebûna cewherî bi şêweyekî bi hêz bi lêv bike, pîvanên red û qebûlê jî li ser bingeha azadiyê careke din pênase bike.

 Nêzîkatiya bingehîn a zilam anegorî çanda xanedantiyê avaniyekî malbata pir zarok e. Zêdebûna xortên malbatê encama birdoziya xanedantiyê ye. Zêdebûna zarokan di malbatê de zilam, di nav civakê de jî milkiyeta dewletê bi hêz dike. Lewre jî ne tenê raman û hestên jin, bendena wê jî bûye qada mêtîngehiyê. Di nava saziya malbatê de bi avaniya zilamsalar re, di roja îro de îflas û xetimîna ku ev sazî dijî, pêwîstiya çareseriyê ferz dike. Destpêkê malbata piçûk (çekîrdek) hate pîrozkirin, lê niha hew dikare di aliyê aborî, çandî û exlaqî de were berdewamkirin. Di demokratîkirina malbatê de rola jîneolojî bilîze ewe ku çerçoveya wê ya zanistî-etîk û rêbazên wê bi hêz ava bike. Ev hemû polîtîkayên zayendparêz herî bêtir di qada zayendîtiyê de tehekuma zilam zêde dike. Jin, hem ji bo hebûna biyolojîk, hem jî hebûna dewletî û desthilatiyê bûye amûra zarokzayînê. Bi vê re jî di nava pergala şaristaniyê de jin hilweşîna giyanî û fîzîkî pêkve û têkel dijî. Pirsgirêkên cidî yên bi vê nêzîkatiyê dertên tenê bi jinê re ne bi sînor in. Zêdebûna nufusa mirovan ango pirsgirêka demografîk bandora xwe li ser xwezaya civakî û hawîrdorê jî dike. Di pergala şaristaniyê de bi qeyrana kûrbûyî a ekolojîk re qeyrana bîyografîk jî bi qasî rojeva sereke a hemû zanistên civakî ye, yek ji rojeva zanista jinê ye jî. Di dîroka modernîte û şaristaniyê de ev wek rêbaza herî seretayî ya domandina nîjad hatiye pêşxistin. Rastiya ji hêla jîneolojî ve bê derxistin wê asta exlaqî û polîtîk a civakê bilind bike û potansiyela xurtkirina heyîna civakî zêde bike. Çanda demokratîk di vê qadê de guhertinekî berfirawan hewce dike. Jin li beramberî civak û xwezayê xwedî berpirsyariyên mezin e, divê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka demografya jî heman berpirsyariyê nîşan bide. Jîneolojî, ji bo derbaskirina avaniya heyî, di her qada jiyanê de tevlîkirina wê bi raman û vîna azad wê pêşbixîne. Wê avaniyên azad û demokratîk werin pêşxistin, avaniyên alternatîf û çareseriyê bêne pêşxistin. Jin wê bi pergala konfederal a demokratîk re ku ava bike wê hîna bi hêz xwedî maf be. Di vê wateyê de wê jîneolojî ji bo ku jin bibe xwedî vîn û maf di pêşxistina zanebûna polîtîk û exlaqî de rolekî girîng bilîze.