kurdî

Radîo Lora li Swîsre derbarê Konferansa Jineolojî di 20ê mehê bernameyek weşand: hier

Jinên bi rûmet,

rêhevalên hêja,

 li ser navê komîteya amadekar em We wek mêhvanên xwe yên hêja vedixwînin.

 1’ emîn Konferansa Jineolojî a Jinê ku ji 28. Sibatê heyanî 02. Adara 2014’an de li Zanîngeha Kölnê tê lidarxistin.

 Armanca vê konferansê ev e, zanyariyên desthilatdar bi struktûrên xwe yê kapîtalîst pirsyar bikin û di heman demê de ji bo pêşarojek azad konsept û şêwazên alternatîf ji aliyê zanyarî û ramanên jinane ango bi hevokek dîtir rastiya Jineolojî bi hevre nîqaş û parve bikin.

 Em wek jin dixwazin di çarcoveya vê konferansê de du roj û nîv bi hemû jinên ji civak, zanist, têkoşînên û erdnîgariyên cûda re hevbeş derbas bikin da ku bi gavên pêwîst û şênbertir ber bi armanca hevbeş a ji bo avakirin û jiyîna civakek azad, ekonomîk û demokratîk bên avêtin.

Konferans bi 4 beşan ve tê bi rê ve birin:

1. Dîroka şewşandî – Nasnameyên hatine şewşandin

2. Epîstemolojiya Zanyariyê- Înşaya zanyayriya ku jinan li devreyê jiyanê dihêle

3. Femînîzm – Serhildana mêtingeha herî kevnare

4. Jîneolojî: Ber bi ji nû ve avakirina zanyariyê û jiyana Azad û Komunal ve

5. Tecrûbeyên ji Tevgerên Jinan

Bernameya konferansê li gel axaftin û nirxandinan bi beşên xwe yên çandî jî xwedî dewlemendiyeke.

Hûn dikarin heyanî 27. mehê serlêdana tevlîbûnê bi rêya maîlê: jineology2014@hotmail.de bikin.

Bi silavên jinane û şoreşgerî

Komîteya Amadekar a Konferansê